EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina zerîf û hevtayê wî yê fransî li Parîsê

Mihemed Cewad Zerîf û Jan Îyo Lodiriyan wezîrên karên derve yên Îran û Fransayê li Parîsê li bara kûrkirina peywendiyên navbera du welatan û guhertinên navçeya rojavaya Asyayê gotûbêj kirn.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Parîsê, li hevdîtina êvara pêncşemiyê di navbera Zerîf û Lodiriyan li Parîsê du aliyan tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji dewama qeyranê li Rojhilata Navînê bi taybet li Sûriye û Iraqê, li ser hevdengiya civaka cîhanî ji bo têkoşîne li hemberî têrorîsmê pêgirî kirin.

Wezîrên karên derve yên Îran û Fransayê li bara rêyên xurtkirina peywendiyên du welatan û cihanîna naveroka Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar jî gotûbêj kirin.

Li vê hevdîtinê wezîrê karên derve yê Fransayê li ser rola bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê berî hevdîtina digel hevtayê xwe yê fransî tev serokê sênaya Fransayê, Jirar Larşe, hevdîtin pêk anî.

Serokê Sênaya Fransayê li vê hevdîtinê got: “Fransa girîngiyeke zêde dide peywendiyên duyalî digel Îranê û hez dike li ser mijarên navçeyî digel Komara Îslamî ya Îranê berdewam rawêjkariyên siyasî pêk bîne“.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja pêncşemiyê gihîşte Parîsê.

Gotûbêja digel rayedarên fransî li bara mijarên herî girîng ên dualî, navçeyî û navneteweyî ji bernameyên Zerîf li Parîsê ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên Almanya û Îtalyayê, sefera Fransayê kiriye. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu