NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa mûşekî ya hêzên yemenî ser meqerên siûdiyan li perava rojavaya

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê îro pêncşemiyê mûşekeke balistîk a kurtmeznîl ber bi meqerên hevalbendiya siûdî li perava rojava ve avêtin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, û ji zarê malpera Ensarullahê, ev mûşeka balistîk a kurt menzîl gelek xisarên canî û aborî li destdirêjkiran xist.

Yekîna mûşekî ya artêşa Yemenê û Ensarullahê çaremiyê şevê jî çar mûşekên balistîk avêtin ser başûrê Erebistanê ku hevgav ber bi cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li navça Elebê û rojavaya Meazê li parêzgeha  Esîrê li Erebistanê ketin.

Qaweta berevaniyê ya  artêşê û koîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê rejîm Siûdî li halê zêdebûnê ye.

Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

Başa dön tuşu