CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Rûsya: Amerîka divê babeta şaşitiyên xwe berdêlên giran bide

Berdevka waezareta karên derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova li babeta êrişa pêşgîriyê ya Amerîkayê got: Teşkîlata Dîplomasiya Amerîkayê wê berdêlên giran derheq dûhatên şaşitiyên xwe bide.

Sefîrê Amerîkayê li saziya NATOyê Kay Bailey Hutchison (Kêy Bîlî Haçîson) duh got ku Rûsya  divê çêkirina bi dizî ya mûşekên Cruise (Cruise Missile) bide rawestandin, neku Waşîngton wê vê sîstemê berî ku bikar were  ji nav bibe.

Zarovayê got: Hin kes di nav NATOyê denizanin li çi hed û postekê ne ku wiha gotinên bi dijminatî li dij welatên din tînin ziman û li dûhata wan gotinan nafikirin.

Zaxarova got: Gelo xelkê Amerîkayê dizanin dîplomatên wan ku meaşa wan ji bûdceya ku xelk dide dabîn dibe û li vî halî de gavên li dij rûsyayê xirabkirina pêwendiyên bi wê re davêjin.

Pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê ji sala 2014 ji ber çar meselên wek berfirebûna hed û hudûdên NATOyê ber bi sînorên Rûsyayê, krîza Ûkraynayê, Behra Baltîk û rewşa Sûriyê xirab û aloz bûn.

Başa dön tuşu