ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, sala 1395`ê saleke serkevtî jibo welêt di warê sîyaseta derve da wesif kir

Mihemed Cewad Zerîf îro li koma nûçegihanan bal kişand ser 58 seferên derveyî welêt bo welatên asîyayî, afrîqî û Amerîkaya Latîn û seredana zêde ji 84 desteyên sîyasî yên bîyanî bo Îranê di sala 1395`ê da û got: Planên Wezareta Karên Derve ya Îranê ser bingeha “sîyaseta giştalî“ hatine darêştin.

Zerîf herwiha got: Welatên cînar, misilman û welatên ku nêrîna wan wek nêrîna Îranê ye yan hevdengê Têhranê ne, li sîyaseta derve ya Îranê cîgeheke taybet hene.

Mihemed Cewad Zerîf li dewama gotinên xwe bi pêkutîya li ser girîngîya danîn û berfirekirina peywendîyan ligel welatên cînar jibo dewleta Îranê, got: Serdana vê dawîyê ya Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bo Kuweytê û Uman di vê çarçovê da pêk hatîye.

Wezîrê karên derve yê Îranê, herwiha bi gotina vîya mijarên navçeyî demeke zêde ya Wezareta Karên Derve ya Îranê di sala 1395`ê da girtin ber xwe, bibîr xist: Niha Îran yek ji sê xîmên sereke yên muzakireyên jibo peydakirina rêçareyeke sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu