Êrişa ser gemiya şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li başûra rojava Yemenê
Çavkaniyên leşkerî yên Yemenê ragihandin ku bi mûşekekê êrişî ser gemiya şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li başûra rojava Yemenê bûye.
Malpera El-Mesîre ya Yemenê ji zarê çavkaniyên leşkerî li vî welatî ragihand ku Hêzên artêş û ên gelanî yên Yemenê paporeke şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li behra Sor li beravên Teizê ya başûra rojavayê Yemenê kirin hedefa êrişa mûşekî.
Vê gemiya Îmaretên Yegirtî yên Erebî karê veguhetina hêzên çekdar û çek û sîlahan li Yemenê dikir. Karê din ê vê gemiya Îmaretê ku Amerîkayê ew çêkiriye pêçkirina maynan e.
Par jî yekîneya topxane û mûşekan a artêşa Yemenê gemiyeke din a şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li nav avên Bab el Mendabê îmha kir.
Îmaretên Yegirtî yên Erebî li çarçova Hevpeymaniya Erebî ya Siûdî li dij xelkê Yemenê şer dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)