Êrişa ser meqerên destdirêjkirin bi mûşekên Balestîk ên nû yên Yemenê
Yekîna mûşekî ya Yemenê ragihand ku mûşeka Balestîk a nû ya vê yekînê cihê kombûna destdirêjkirên siûdî û kirêgirtiyên wan li perava rojava ya Yemenê da ber êrişan û hejmarake zêde ji wan kuştin.
Yekîna mûşekî û komîteyên gelanî yên Yemenê roja îniyê li bara ceribandina mûşekeke nû agahî da û raghand ku mûşeka ceribandî ji cureya balestîka kin meznîl bûye û bi serketin ser meqerên hêzên destdirêjkir li peravên rojava Yemenê hatiye ceribandin.
Di eynî demê de, çavkaniyeke artêşa Yemenê got: Hêzên deryayî û berevaniya perava Yemenê, operasyonê peyabûna deryayî ya dstdirêjkiran bi qayiqên cengî li peravên rojava Yemenê bê encam kir û xisarên însanî û xisarên giran li wan xistin.
Bi dehan hezar kes ji welatiyên yemenî li Senayê jî roja îniyê xwenîşandan bi rêxistin û bi bilindkirina alaya Yemenê li dijî siaysetên Emerîka û Rejîma Siyonîstî û dagirkeriya Erebsitan û Îmaratê bi taybet li Hudeydê li rojava Yemenê slogan, avêtin.
Her wiha Şeref Luqman, berdevkê fermî yê artêşê û hêzên çekdar ên Yemenê, vê dawiyê wek berteka li hember îdiayên hevalebdniya siûdî derheq qaçaxa mûşekê ji Îranê bo Yemenê bi redkirina van îdiayan, raghand: Hemî çek û sîleh û mûşekên Yemenê berhemên navwxeyî ne.