Genel

Îranê bersiva dew û dozên Erbistan û Imaratê da

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê temî da rayedarên Imarat û Erebistanê ku nirxên islamî nekin wesîle û hecetek jibo xerezên rezîl û kirêt ên xwe.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên dervev ya Îranê wekî berteka li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Imaratê (Mîrekên Yekgirtî yên Ereb) li bara idiaya êrişa mûşekî ya Yemenê ser Mekeya pîroz got: Idiaya êrişa bi mûşekan a Yemenê ser bajarê pîroz ê Mekê ji binî va derew û pêkenî ye.

Qasimî herwiha got: Şîreta Têhranê jibo rayedarên Imarat û Erebistanê eva ye ku war û nirxên pîroz ên islamê nekin hecet û wesîleyek jibo xerezên xwe yên piçûk û kirêt ên sîyasî û jibo cebirandina dûhatên işkestên xwe haykûf û durûtîyên bitalûke û bêtifaqîçêkir bikar neynin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Rêzgirtin û hewandina warên pîroz ên islamî di nav gelê Yemenê da ji ya wehabî û paşayên ku jibo parastina textê xwe dewsa piştkutana li ometa islamê pişta xwe kutane Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst, zêdetir e û gelê Yemenê ji êrişker û kujerên zarokan zêdetir rêzê li her du warên pîroz (Her du bajarên pîroz, Meke û Medîne) digirin.

Qasimî pêkutî kir ku bêguman kesên ku armancên xwe yên cinayetkarane seratir ji hurmeta Keibê dizanin, yê di nava misilmanan da zêdetir rezîl bibin.

Çavkanîyên siûdî roja înîyê bi merema alozkirina raya giştî idia kirin ku mûşekeke balêstîk a hêzên yemenî, ji bajarê Seidê li bakûra Yemenê ber bi Mekeya pîroz va hat avêtinê.

Komîteyên gelanî û artêşa Yemenê hertim di bersiva cinayetên hevalbendîya siûdî da, bajarê Cedê didin ber mûşek û rokêtan (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu