NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa ser meqerên kirêgirtiyên siûdî li Beyzayê

Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê meqerên kirêgirtiyên siûdî li El-Tebê El-Hemrayê li parêzgeha Beyzayê li Yemenê dan ber êrişan.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, ji zarê El-Mesîrê li encama vê operasyonê artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi dehan kirêgirtiyên siûdî  hatin kuştin û û hejmarek din jî birîndar bûn.

Navenda  medyayî ya Ensarullahê jî bi raberkirina  raporekê ji operasyona  hêzên gelanî yên Yemenê li rawestana li ber destdirêjkirên  siûdî li mêhwera Serwahê li Marebê raghand: Li  navbera Sibatê heya Hezîrana îsal, 352 endamên ser bi hevalbendiya  erebî bi serkirdetiya Erebistanê li vê mêhwerê hatine kuştin.

Di vê midehê de hêzên berxwedana Yemenê 216 operasyonên  mûşekî û topxaneyî ji bo êrişa ser meqerên  hevalbendiya  erebî bi serkirdetiya Erebistanê serketî cih anîne.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu