ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê bi Ruhanî re

Serokê Komara Îslamiya Îranê, terorîsm û pêkanîna nakokiyan di navbera gelên navçê, du pîlanên mezin ên dijminan da zanîn.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomartiyê, Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Seyd Emar Hekîm, serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê û taxima ligel wî li Têhranê, li ser pêwîstiya prastina hişmendî û yekbûna misilmanan sekinî û got, tu guman tune ku gelên mezlûm ên navçê û bi taybet xelkê Iraqê bi parastina yekbûna xwe, wê serketiyê dawîn ê vî şerrî bin.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, herwiha got, serketinên siyasî û leşker îyên xelk, dewlet û hemî hêzên iraqî bona sekinîna li hember pîlanên biyanî û di serê wan de terorîsmê pirr binirx da zanîn û got, gel û dewleta Îranê di vî şerrî de li cem gelên mezlûm û ji wan Iraq û Sûriyê ye û wê di vê riyê de hemî hewla xwe bide.

Hesen Ruhanî, bal kişand ser hewldana dijminan jibo pêkanîna nakokiyan di navbera qewm û gelên navçê û got: Neyarên yekbûn û yekperçetiya axa Iraqê, bi dû vê yekê ne ku di navbera qewm û mezhebên gelê Iraqê de cudatiyê pêk bînin ta ku rewş jibo pêşdabirina planên wan xweş bibe û di rewşeka wiha de pêkhatina Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê bona parastin û xurtkirina bingehên yekbûna neteweyî ya li vî welatî bi tevlîkirina hemî tevger, qewm û mezheban, karekî pirr binirx e.

Emar Hekîm, serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê, jî qedrê piştgîriyên Komara Îslamî ya Îranê ji dewlet û gelê Iraqê girt û got: Bexda li gorî heskirina du welatan, dixweze ku di navbera Îran û Iraqê de peywendiyeka wisan hebe ku jibo navçê bibe wekî modêl û mînakekê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu