FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrişa Siyonîstan ser navçên qiraxa rojavaya Çemê Urdinê

Artêşa Rejîma Siyonîstî li dewama cinayetên xwe dijî filistîniyan navçên qiraxa rojavaya Çemê Urdinê kirine hedefa êrişên xwe.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Artêşa Rejîma Siyonîstî Duh sêşemê li dewama cinayetên xwe dijî filistîniyan navçên qiraxa rojavaya Çemê Urdinê kirine hedefa êrişên xwe û 20 filistînî ji wan endamekî bereya berxwedana îslamî ya Filistînê nasyar bi Hemas`ê bêyî heger girtin.

Hinek ji medyayên cîhanî jî ragihandin ku siyonîstan Nezye Ebûewn endamêbereya berxwedana îslamî ya Filistînê girtin.

Ji Cotmeha sala 2015 Întefazeya sisyan a filistîniyan nasyar bi Întefazeya Qudsê destpê bû.

Rejîma Siyonîstî ji wê çaxê pê teror, girtin û işkenceya filistîniyan xebitiye pîşiya vê Întefazê bigre lê ev xebata wan rastî işkestê hatiye û ev Întifazeya hîn jî berdewam e.

Ji destpêka Întefazeya Qudsê heta niha 279 filistînî bi gullên siyonîstan şehîd bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu