CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsiyê roja Îniyê daxwaza vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban kir

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof li civîna nûçegihaniya hevpar digel Nasir Borîte, wezîrê karên derve yê Mexribê li bajarê Rebatê, got: Vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban jibo Rûsiyê girîng e.

Lavrofî her wiha got: Pêwendiyên Sûriyê digel welatên erebî divê were baştirkirin.

Di rojên dawî da gellek ji welatên erebî ji wan Libnan, Mexrib û Urdinê daxwaza vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban kirine.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Duşemiyê li pêwendiya xwe ya bi rêya têlêfonê tev Ehmed Ebû Xeyt, Sêkrêtêrê gişt ê Yekîtiya Ereban, her wiha Samih Şukrî wezîrê karên derve yê Misrê derbarê mijarên Rojhilata Navînê nemaze Sûriyê gotûbêj kir.

Başa dön tuşu