NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser baregehên artêşa Sûrîyê li Dêrezor û Palmîrayê

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê li Dêrezor û Palmîrayê êrişî baregehên artêşa Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Rusia Al Yewmê, çavkanîyên ser bi neyarên sûrî ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê êrişî baregeheke artêşa Sûrîyê li çola Sebîxanê li derdora rojhilata Dêrezorê kirin.

Li gorî vê raporê têrorîstên DAIŞ`ê ev êrişa bi teqandina maşîneke bombekirî destpê kirin û paşê pevçûn bi qasî 3 sietan di navbera her du alîyan de berdewam bû.

Li dewama vê raporê hatîye ku hêzên artêşa Sûrîyê li çola Bolîlê li rojhilata Dêrezorê jî ketine ber êrişa bi hawanê ya têrorîstên DAIŞ`ê.

Li gorî nûçeya el Mesdarê jî ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyeke sûriyeyî, DAIŞ hewil dide herêma bêjahiya Sûriyê ya Bediyê kontrol bike, “têrorîstan li Îstasyona Pompajê ya T-3`yê li nêzî Palmîrayê êrîşî baregehên artêşa Sûriyê kirin. Herwiha hat gotin ku berî wê jî têrorîstan êrişî sengerên li herêma Hamimeyê kirine.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma têrorîst a DAIŞ`ê cara ewil di 2015`an de Palmîra dagir kiribû. Artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên esmanî yên ûris di Adara 2016`an de ev bajara car din azad kir. Palmîra di Adara 2017`an de bo cara duyem hatibû rizgarkirin. Bajar ji wê demê û vir ve di bin kontrola artêşa Sûriyê de ye.

Başa dön tuşu