NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrîşên artêşa Sûriyê li ser baregehên DAIŞ`ê li Dêyrezorê

Hêzên artêşê ambareke çek û alavên cengî ya ser bi endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya firokexaneya Dêyrezorê li rojhilata Sûriyê dane ber êrîşê ku di encamê da ev ambar ji nav çû û teqînên mezin pêk  hatin.

Firokeyên şêrr ên artêşa Sûriyê her wiha kombûn û baregehên DAIŞ`ê li navçeyên Huveyqe, Kenamat, El Erezî, navçeya Endazyaran, derdora firokexaneya Dêyrezorê, gundên Merat û derdora navçeya Konîkoyê li çola bajarokê Xeşamê dane ber êrîşan ku di encamê da ziyanên giran ên malî û canî li têrorîstan ketin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu