ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê teqînên terorîstî yên li parêzgeha Kerbelaya Iraqê şermezar kirin

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, roja duşemiyê tevî şermezarkirina teqîna terorîstî li parêzgeha Kerbelaya Iraqê bi destê koma terorîst a DAIŞ`ê, got: Terorîst, rojên xwe yên dawiyê li Iraqê derbes dikin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, hevderdiya xwe ya tev dewlet û gelê Iraqê û malbata goriyên vê kiryara qirêj û dijî mirovan diyar kir û herwiha got: Terorîstên tekfîrî li halekî cinayetên wiha pêk tînin û xelkê bêsûc dikujin ku dizanin rojên xwe yên dawiyê li navçeyê dibuhurînin.

Behram Qasimî, ev cure operasyona kor û dirindane, bertekek li hember şikestên bi dûhev ên terorîstan ji artêş û hêzên gelanî yên Iraqê da zanîn û got: Komara Îslamiya Îranê hêvîdar e bi hewldana dewlet, artêş, hêzên gelanî û xelkê Iraqê, sîbera terorîsmê, demlidest li Iraqê û navçeyê wêda here.

Êvara yekşemiyê di encama êrişa 5 terorîstên ku kembera xwekujiyê bi xwe va girêdabûn de li ser dawetekê li taxa Hesînê li bajarokê Eyn Temerê li rojavayê Kerbelayê, 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu