CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Xalid Meşel xwest li Filistîn û cîhanê serhildan pêk were

Serokê berê yê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê, xwest ku li Filistîn û cîhanê jibo piştgîriya ji Qudsê întifaze cih were.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Xalid Meşel, serokê berê yê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera HAMAS`ê, got: Em dixwezin ev nerizamendî bibin întîfazeya li Filistîn û cîhanê ta ku welatên ku biryarder in, Amerîkayê neçar bikin vî karî neka û biryara xwe cih neyîne.

Xalid Meşel, got: Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, li ser pêkanîna kêşeya olî ya li navçê pêkutiyê dike û wê bigihîje vê encamê ku çi ehmeqtiyek kiriye. Ev wê bibe berpirsê dûhatên ji ber kiryarên xwe yên li bara bifermînaskirina Qudsê wekî paytexta Îsralê.

Meşel destnîşan kir: Tişta ku li Îniya Xezebê qewimî, pêngaveka girîng û kêfxweşker bû û ew rabûna gelanî qet wê demkî nebe û heya dema ku Amerîka neçar nebe karê xwe ya li bara Qudsê îbtal bike, wê berdewam be.

Li gorî nûçeyeka din, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), ji hemî kom û endamên Bereya Berxwedana Filistînê xwest vê întîfazeya pîroz heya serêxwegirtina hemî xwestekên bi edlane yên gel berdewam bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu