Êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê didomin
Balefirên erebistanî-emerîkî bi domandina êrişên xwe yên esmanî ser xelkê Yemenê çend parêzgehên Yemenê li 24 sietên buhurî bombebaran kirin.
Balefirên erebistanî bi êrişa ser navçên Kitaf, El-Beqe, Sehar, Mindebê, Cebel Şeîr û Cisr Yesnemê û Baqimê li parzêgeha Seidê avahîya telekomê ya navça Com`e Benî Behrê li bajarê Saqînê ya vê parêzgehê bombebaran kirin.
Her wiha eskerên erebistanî bi mûşekan êriş kirin ser bajarê Menbehê li parzêgeha Seidê û navçên din ên vê parêzgehê ji wan Alê El-Zemah, Qulel El-Şêybanî û Mindebe û El-Bahê û avahiya ewlehiya anvendî ya wê bombebaran kirin.
Vê çavkaniyê got :Li encama êrişa hewayî ya Erebistanê ser pira El-Seidê li parêzgeha Ab`ê kesek hat kuştin û balefirên erebistanî du caran navça Herf Sofyanê li parzêgeha Omranê bombebaran kirin.
Balefirên erebistanî bajarê Serwahê li başûrê Yemenê û abjarê Hece jî dan ber bombeyan.(BANGÊ ÎSLÂMİ)