AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Têrorîst tu sînorekî nas nakin û Têhran, Enqere û Moskov divê li warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê bigihêjin hevdengîyê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li ser pêwîstîya morala hevdengîyê di navbera welatên cihanê da jibo têkoşînacidî li dijî têrorîsmê sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê şeva buhurî li hevdîtina ligel Sêrgêyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsîyê li bajarê Moskovê, li bara berfirebûna xetera têrorîsmê li dinyayê hişyarî da û got: Têrorîst tu sînorekî nas nakin û Têhran, Enqere û Moskov divê li warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê bigihêjin hevdengîyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê careka din ragihand ku gel û delweta Îranê têkildarî têrorîra sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê şirîkê xema gel û dewleta Rûsîyê ne û got: Komara Islamî ya Îranê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê li rex dewleta Ûrsêtê ye û qet karê komên têrorîst qebûl nake.

Zerîf ragihand ku Îran û Rûsîye li warê têkoşîna dijî têrorîsmê pêşeng in û got: Hevkarîyên her du welatan di vî warî da serkevtî bûne û vê yekê rêya gîhandina alîkarîyên insandostîyê bo gelê Sûrîyê serast kirîye.

Wezîrê karên derve yê Îranê ku jibo gotûbja ligel wezîrên karên derve yên Tirkîye û Rûsîyê çûye Moskovê, herwiha got: Derfeteke guncav jibo piştrastbûna têkildarî kutabûna pevçûnan, gîhandina berfire ya alîkarîyan û destpêbûna muzakirên sîyasî li Sûrîyê pêk hatîye.

Lavrof jî di vê hevdîtinê da bal kişand ser têrora Andêrêy Karlof sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê û got: Ev cinayeta vîyana Moskovê jibo têkoşîna li hemberî têrorîstan zêdetir dike û têrorîst nagihêjin armancên xwe.

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê pêkutî kir ku Mokov desta ji piştgirîya ji delweta qanûnî ya Sûrîyê nakêşe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu