FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrişên Sîyonîstan ser Ğezzê didomin, 11 kes li Gezzê şehîd bûn

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst îro fermana dewama êrişên berfire ser Zîvala Gezzê da.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ji Artêşa wê rêjîmê re got: Ez fermana domandina bombebaran û piştgirîya ji topxane û hêzên li derdora Gezzê didim.

Ligorî rapora çavkanîyên nûçan êrişên Rêjîma Sîyonîst îro jî hatin domandinê û heta niha 11 filistînê di encama wan de şehîd bûne û îro herwiha meqera Yekîneyên Qudsê li rojhilata Xan Yûnosê ji hêla balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst va hatin bombebarankirinê.

Opdeya Opêrasyona Hevpar a Komên Filistînî jî di daxûyanîyekê de bi ragihandina wê yekê ku hêzên Berxwedanê îro Esqelan, Ofakîm û Kerîyatcat dan ber mûşekan, pêgirî kir ku heke êrişên ser Gazzê ji hêla Rêjîma Sîyonîst ve bên domandinê, Hêzên Berxwedanê yê êrişên xwe berfire bikin û baajrên Esdûd û Bêir Sebê jî bikin armanc.

Hevgavê êrişên hewayî ser rojavaya Gezzê bi taybet devera Mînayê, qayiqên cengê yên Rêjîma Sîyonîst jî hin deverên Gezzê kirin armanc.

Di encama êrişên Artêşa Rêjîma Sîyonîst ser Gezzê da, heta niha 4 birc û 3 mal hatine kavilkirinê û balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst jî binesazîyên aborî yên bakura Gezzê kirin armanc.

Berdevkê Artêşa Rêjîma Sîyonîst Avîxay Adreyî ragihandibû ku balafirên cengê yên vê rêjîmê heta niha 200 carî êrişî Zîvala Gezzê kirine.

Tevgera Feth a Filistînê jî xwest ku civaka navnetewî jibo kutakirina zorbêjîya Rêjîma Sîyonîst li Zîvala Gezzê bikeve dewrê.

Di daxûyanîya Fethê da hatîye: Dewleta Israyîlê berpirsê wan êrişan û cinayetên cengê ye ku himberî filistînîyên bê guneh li Zîvala Gezzê tên kirin. Ew cinayetana bê bersiv û ceza namînin. Civaka cîhanî berpirsê wan cinayetan e.

Yekitîya Ereban jî ji civîna navnetewî xwest ku Israyîlê neçarî rawestandina zorbêjîya himberî Gezzê bike. Alîkarê Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban Di Karên Filistînê û Erdên Ereb da Seîd Ebûelî got: Civaka cîhanî divê bêdengîya xwe himberî zorbêjî û cinayetên Rêjîma Sîyonîst bidawî bîne û wê rêjîmê neçarî cihanîna qanûnên navnetewî bike.

Hevdengkerê NY di Demajoya Aştîya Rojhilata navînê de jî derheq dijwarbûna bitehluke ya rewşa Gezzê û candayîna xembar a mirovan dilgiranîya xwe nîşan da.

Nîkolay Mêladînov herwiha got: NY di halê hevkarîya digel Misrê jibo aramkirina rewşa di navbera Israyîlê û komên filistînî li Zîvala Gezzê da ye. Wî ji hemî alîyan xwest ku zûka gêreyê kêm bikin û bizvirin lihevkirinên di çend mehên vê dawîyê de.

Başa dön tuşu