ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêza hewayî ya artêşa Îranê, xwedîyê helekoptêrên herî xurt li rojavaya Asyayê

Fermandeyê hêza hewayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ev hêza di warê helekoptêran de hêza herî xurt a rojavaya Asyayê zanî.

Serleşker Yûsif Qurbanî li axavtinekê berî xutbên nimêja înîya Têhranê, bi gotina vîya ku hemî helekoptêrên hêza hewayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi destê ciwanên egît ên vî welatî tên çêkirinê, dîyar kir: Hêza hewayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji bo cihanîna her opêrasyonekê tam amade ye.

Wî herwiha bal kişand sercivîna hejmarek neyarên Komara Islamî ya Îranê li Kalîfornîyayê û axavtina Mayk Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê li wê civîna dijî Îranê û got: Neyarên Komara Islamî ya Îranê ji wan koma têrorîst a Munafiqînê ku heta niha nekarîne hîç karekî bikin, ji wir şûnda jî dê nekarinbin karekî dijî Komara Islamî ya Îranê bikin.

Mayk Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê di roja yekşem 22`yê zTîrmehê li koma hejmareke kêm a dijberên Komara Islamî ya Îranê de, careka din Têhran dijminê welatên rojavayî zanî û got: Qesra Sipî bi hevkarîya welatên din, zext û sîyaseta girtina pêşîya firotina nifta
Îranê dişopîne.

Başa dön tuşu