Erkdarên berê yên CIA`yê li bara hewldana Waşengtonê û Telavîvê bo nearamkirina Îranê li xwe mukir hat
Fîlîp Cîraldî, Rayedarê berê yê CIA`yê ku bi salan wek efserê îstixbarata eskerî xebat kiriye, li gotûbêja bi Fars Newsê re got: Waşengton û Telavîv li operasyoneke hevpar û bi taktîkên serdema şerê sar li dû pêkanîna nearamiyê li Îranê ne.
Cîraldî daxwaza Trump ji bo guherînên li rêketina navokî û her wiha gefa li dijî Îranê reftareke pir nemaqûl nirxand.
Rayedarê berê yê CIA` yê hewldana dewleta Trump ji bo jinavbirina nizama Îranê, hewldaneke pûç û işkestxwarî da zanîn û got: îdiaya rayedarên dewleta Emerîkayê derheq piştgiriya ji gelê Îranê, taktîkek ji bo bidestxistina armancên wan li vî welatî ye. Can Bernan serokê berê yê CIA`yê jî gefên vê dawiy yên Trump li dijî Îranê rexne kirin û got ku divê li hember Îranê maqûl û bi hişmendî reftarê bikin ji ber ku Îranê stratejiyeke din heye.