ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Her liv û tevgera ku rêketinnama navokî lawaz bike, nayê qebûlkirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê destnîşan kir ku her liv û tevegra ku rêketinnama navokî lawaz bike, nayê qebûlkirin.

 Li gorî rapora  IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf piştî civîna roja pênşemiyê tev  berpirsa siyaseat derve ya Yekitiya Ewrûpayê û wezîrên  karên derve yên  Fransa, Almanya û Brîtanyayê li Brukselê di twîterê de nivîsî ku lihevkirina  xurt û bihêz li Brukselê li ser wan mijaran bû, Îran ser rêketinnama navokî sekiniye, gelê Îranê tam mafê xwe heye ku ji berjewendiyên  rêketinnama navokê sûdê wergirin û her liv û tevegra ku rêketinnama navokî lawz bike, nayê qebûlkirin.

Zerîf her wiha diyar kir: Sê welatên ewrûpî û Yekitiya  Ewrûpayê baş dizanin ku  dewama  sekinîna  Îranê ser rêketinnama navokî girêdayî bi  sekinîna tam ser wê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê,  civîna hevpar a wezrîrê karên derv yê Îranê tev Federka Mogêrînî, berpirsia siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê, Jan Iyo Loderyan, wezîrê karên derve yê Fransayê, Zîgmar Gabriyel wezîrê karên derve yê Almanyayê û Borîs Canson wezîrê karên derve yê Brîtanyayê îro nîvro li avahiya Yekitiya Ewrûpayê li Brukselê hat lidarxistin.

Mogêrînî û wezîrên  karên derve yên  sê welatên Fransa, Brîtanya û Almanyayê li vê civînê ser berpirsiyariya  Ewrûpayê û her wiha  dewletên xwe  ser rêketinnama navokî, wek destkewteke taybet a  dîplomasiya  çendalî teqez kirin.

Hevhatina navokî ya Îran  û Koma 5+1ê  ji çila 2016an ve cih hatiye  lê dewleta  Emerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim li warê  cihanîna  rêketinnama navokî bêsoziyê dike.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tim berûvajiya  helwêstên  aliyên din ên  rêketinnama navokî, rêketinnama navokî, hevhatineke  kirêt daye zanîn û daxwaza lihevxistian wê dike lê cîhan dijberê ev kiryara serokkomarê Emerîkayê ye.

Başa dön tuşu