NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Îdîayên êrîşa kîmyewî, derew in

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bi AFPê re axivî û got,” îdîayên dibêjin, êrîşa kîmyewî ya li Idlibê sed ji sedî derew in.”

Esadî teqez kiriye ku ew êrîşên tên îdîakirin li navçeya Xan Şêxûnê ya Idlibê pêk hatin, sed ji sed derew(lihevanîn) in û wiha got, “”Ji bo me, mesele sed ji sedî hûnandî(derew) e…dîtina me ya pêşî ew e ku dewletên rojavayê û DYA bi terorîstan re xebitîne û wan bi hev re çîrokeke wiha hûnandiye daku hincetek têkeve destê wan ji bo êrîşê li ser baregeha Şeyratê pêk bînin.”

Herwiha serokê sûrî diyar kir ku çekên kîmyewî yên Sûriyeyê tine ne û destnîşan kir ku Sûriye piştî DYA û dewletên rojavayî Şam bi pêkanîna êrîşên kîmyewî li Xûteya Rojhilatî tawanbar kir, wan hemû çekên xwe dan û wiha pê de çû. Heta eger çekên me yên wiha hebin jî, em ê bi kar neyênin.”

Serokê Sûriyeyê wiha jî got: “DYA bi awayekî cidî naxwaze çareseriyek li Sûriyeyê peyda bibe. Vê wek sîwanekê ji bo terorîstan bi kar tîne.”

Derbarê bandora êrîşa DYAyê li ser Şeyratê jî wiha got: “Êrîşa DYAyê bandor li hêza me ya lêdan û têrbariya me ji bo êrîşkirina bi ser terorîstan de nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu