ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Taîfa Erebistana Siûdî li pêşiya avahiya Baregeha Ewlehî ya Netewî şer derket

Li gor zanyariyên berdest, li Taîfê ku piştî Cidde û Mekkeyê bajarê herî mezin ê Erebistana Siûdiye li pêşiya avahiya Baregeha Ewlehî ya Netewî dengê çekan hat bihîstin.

Li gor daxuyaniya şahidên bûyerê, du êrişkat piştî ku polîs dikujin hewl didin bi wesayîta wî têkevin herêma leşkerî, lê parastvanên herêma leşkerî yek ji êrişkatan dikujin û yek jî bi birîndarî desteser dikin.

Derbarê bûyerê de hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Başa dön tuşu