ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Zirûfên başe geşatiya abûrî di navbera Îran û Viyetnamê da hene

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Îran ji zirûfên baş ku geşatiya abûrî tev Viyetnamê zêdetir dike, pêşwaziyê dike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Meclisa Îranê, Elî Larîcanî duşemêşev li mêvandariya Şîva seroka meclisa Viyetnamê li Hanovêyê destnîşan kir ku wî tev karbidestên Viyetnamê li ser babetên curbicur axivtiye û ew sefera bi feyde bûye û li gotûbêja wî tev serokwezîrê Viyetnamê jî desthatên baş hatine dest.

Larîcanî bal kişande ser viya ku hêvî tê kirin peywendiyên tecarî di navbera Îran û Viyetnamê bigehêje asta herî jorîn got: Gelê Viyetnamê gelekî bi rêz û hurmete û xebata gelê Viyetnamê bona serxwebûnê hertim li bîra gelê îranê daye.

Serokê Meclisa şêwra îslamî ya Îranê herwisa ji seroka meclisa Viyetnamê dewet kir ku ew jî seredana Têhranê bike ta ku desthata van cure seferan ku berfirehkirina peywendiyên abûrî di navbera her du welatan e, serê xwe bigre.

Xanima Nuvîn Vîn Tî Kîm An seroka meclisa Viyetnamê jî bal kişande ser tesîra sefera Larîcanî bi vî welatî ser berfirehbûn û qahîmbûna peywendiyên navbera Têhran û Hanoviyê ragihand ku li li van gotûbêjan hevkariyên siyasî, abûrî û tecarî hatine dest.

Xanima Nuvîn Vîn Tî Kîm An bal kişande ser viya ku hevkariyên parlemanî di navbera Îran û Viyetnamê ser berfirehbûna hevkariyên curbicure her du welatan bi tesîre got: Peywendiyên her du welatan her diçe zêdetir dibe.

Elî Larîcan li hevdîtina tev Çan Teng Men serokê Bereya Niştîmanî ya Vitnamê li Hanoyê herwiha got: Bereya niştîmanî ya Viyetnamê roleke girîng li pêkanîna tifaq û rêzgirtinê li nav gelê vî welatî heye û gelê Îranê pesna têkoşîna gelê Vitnamê ya dijî kolonîyalîstan dide.

Serokê Meclisa Îranê bal kişand ser vîya ku her du welatan potansîyelên baş di warên nift, gaz, pêtroşîmî, meiden, telekom û têknolojîyên nû de ji bo berfirekirina hevkarîyan hene, dîyar kir: Hin berbend ser rêya berfirekirina van hevkarîyana hene ku divê bên rakirin ta ku tacirên her du welatan bikaribin rihetitir hevkarîyê bikin.

Çan Teng Men serokê Bereya Niştîmanî ya Vitnamê jî li vê hevdîtinê got: Gelê Vitnam pesna destkevtên Îranê ji bo berxwedan û parastina gelê Îranê dide, dewlet û gelê Viyetnamê qedrê gelê Îranê ji ber piştgirî û alîkarîya ku da gelê wî welatî nemaze ya di warê têkoşîna dijî koledar û kedxwaran de.

Elî Larîcanî serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê duh duşemê bi merema hevdîtin û gotûbêja digel rayedarên Viyetnamê û berfirekirina hevkarîyên parlimanî yên dualî giheşte Hanoyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu