IraqNûçeRojhilatanavin

Serkirdên Daişê bi kom ji rojavayê Mûsilê direvin

Li gor jêderên nav Mûsilê şikestin û tirs ketîye nav çekdarên rêxistina terorîstîya Daişi da û niha serkirdên wan bi kom ji rojavayê Mûsilê direvin.

Jêderan xwuya kirin, piştî hêzên Îraqî gelek dever kontrol kirin, hindek serkirdên Daişi ferman dane çekdarên xwe çekî bavêjin û li gel awaran ji rojavayê Mûsilê birevin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên Îraqî gelek terorîst kuştine, bi awayekî termên çekdarên terorîstan li cadde û kolanan belav nebûne.

Tê zanîn gelek serkirdên Daişê bi cilkên jinan xwe rapêçane û ji alîyê hêzên emnahîyê ve hatine girtin, ku hewla revînê dikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu