NûçeRojhilatanavin

Serokê ‪Talîbanê‬: ‘Em bi hikûmetê re dê hevdîtinên aştiyê pêk neynin’

Hate ragihandin ku serokê Talîbanê ya nû Mele Heybetullah Akunzade hevdîtinên aştiyê bi hikûmeta Afxanîstanê re qebul nekiriye.

Li gorî qeyda dengan ku ji aliyê Talîbanê ve hate parvekirin de serokê nû Heybetullah Akunzade ragihandiye ku dê teqez bi hikûmetê re hevdîtinin aştiyê pêk neynin. Tê texmînkirin ku ev deng yê serokê Talîbanê yê nû ye.
Ajansa Reutersê jî diyar kir ku di qeyda ji aliyê Talîbanê ve hate parvekirin de teqez nîne ku ev deng, dengê Heybetullah Akunzade ye an na.

Mele Heybetullah Akunzade, di encama êrişên Amerîkayê de ku serokê Talîbanê Mele Extar Mansur hatibû kuştin îro bibû serokê Talîbanê yê nû (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu