ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Tekoşîna me li dijî terorîzmê wê dewam bike

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li Şamê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyn Cabirî Ensarî û heyeta ligel kir.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevdîtina ligel heyeta îranî de got: “Digel êrişa Amerîka, Brîtanya, Fransa û welatên hevkar ên li herêmê wek roja yekemîn em ê tekoşîna xwe ya li hemberî terorîzmê bidomînin.”

Beşar Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: “Êrişa van dewletên navborî wê serkeftina Sûriyeyê ya li hemberî terorîzmê têk nebe û em bi biryar in şerê terorîzmê dewam bikin. Hemû axa welat bêcudahî wê ji destê hêzên teror û hevalbendên wê werin deranîn.”

Cabirî Ensarî jî di axaftina xwe de got: “Armanca yekemîn a êrişa 14ê Nîsanê ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê, têkbirina serkeftinên artêşa Sûriyeyê li hemberî terorîzmê bû.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu