AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran yê 20 rêketinamên hevkarîyê bi sê welatên Asîyaya Navîn ra wajo bike

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got ku dema serdana serokomarê Îranê bo sê welatên Asîyaya Navîn yê 20 rêektiname û têgiheştinamên hekvarîya di warên cotkarî, gumrik, gemîvanîya li deryaya Xezerê û tenduristîyê da bên îmzakirinê.

Ibrahîm Rehîmpûr alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê dema şirovekriina serdana dewrê ya serokomarê Îranê bo Ermenistan, Qezaqistan û Qirqîzistanê herwiha got, serokê Komara Islamî ya Îranê 17 caran serdana devera Asîyaya Navîn û welatên hevxêr kirîye û 21 caran jî rayedarên vê deverê serdana Îranê kirine ku ev yeka nîşan dide ku bera Îranê ber bi rojhilatê va ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser taybetmendîyên van sê welatên Asîyaya Navîn û got, Îran bi Ermenistanê ra di warê ceryanê, bi Qezaqistanê ra di warê oranîyomê û bi Qezaqistanê ra jî di warê berfirekriina hevkarîyên aborî da hevkarîyê dike.

Wî li bara planên dewleta Îranê têkildarî rakirina vîzeyê di navbera Têhranê û welatên devera Asîyaya Navîn da got, Gurcistan û Ermenistanê qanûna vîzeyê bo serdana Îranê rakirine û serokomarê Îranê yê li serdana Qirqîzistanê li bara rakirina vîzeyê bi rayedarên vî welatî ra gotûbêjê bike.

Ibrahîm Rehîmpûr alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê herwiha berfirekriina peywendîyên ligel welatên navçê û islamî ji sîyasetên Îranê zanî û got ku armanca vê sîyasetê têkilîya aborî, çandî û ewlehîyê ya Îranê bi welatên navçê û misilman ra ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu