NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Darbeya li Tirkiyê desthata bêewlehîtî û nearamîya vî welatî ye

Serokkomarê Sûriyê got: Darbeya li Tirkiyê desthata bêewlehîtî û nearamîya vî welatî û hasila siyasetên Erdogan û AKP di rojên derbasbûyî da bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a SANA`yê, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê bal kişande ser istifada emrazî ya Erdogan serokkomarê Tirkiyê û dewleta Enqerê ji darbeya leşkerî ya vî welatî û destnîşan kir; Enqere dixwaze ji vê darbeyê bona pêşbirina armancên xwe yên fanatîk behrê wergire ku eva ji bo vî welatî û cînaran bi xeter e.

Esed li bara şerê nav Sûriyê jî got: Ev şera çend alî ye û tenê piştevaniya abûrî ya birek ji welatan ji grûpên terorîst nagire ber xwe ji ber ku em şahidê şerê siyasî yê navnetewî dijî Sûriyê ne û terorîs jî ji vê yekê behrê werdigrin û pê piştevaniya birek ji welatan dest bi kavilkirina jêravahiyên Sûriyê dikin û sînorên Sûriyê dorpêç dikin.

Wî destnîşan kir, her çend siyaseteke terorîstan kavilkirina jêravahiyên Sûriyê ye lê dewleta Şamê hemû hêza xwe bona jinûve avedankirina Sûriyê bikar digre û li her navçeyekê ku artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan serkevtî dibe û van navçan ji destê terorîstan derdixe, proja avedankirina wê navçê jî destpê dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu