IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Hejmara hêzên emerîkî li Iraqê kêm dibe

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî got: Bernameyek ji bo kêmkirina hejmara hêzên Emerîkayê li Iraqê hatiye amadekirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, nivîsgeha medyayî ya serokwezîrê Iraqê roja îniyê li daxûyaniyekê li bara gotûbêja telefonî ya Mayk Pêns alîkarê serokkomarê Emerîkayê tev Heyder Ebadî agahî da.

Ebadî li vê gotûbêjêj ji rayedarê emerîkî re got ku dewleta wî ji bo kêmkirina hejmara misteşarên emerîkî û fêrkarên eskerî yên Emerîkayê bernameyek amade kiriye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha bal kişand ser hêz û amadetiya zêde ya hêzên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê û hewldana dewletê ji bo xurtkirina sazî û dezgehên hakimiyetê û got: Em li dû damezrandina rewşa siyasî ya bihêz û ewleh li welêt in ku bikaribin pêşiya mudaxila biyaniyan û lawazkirina hakimiyeta neteweyî ya Iraqê bigrin.

Ebadî li bara kêmkirina hêzên emerîkî li Iraqê piştî raghandin serketina eskerî ser DAIŞ`ê got: Dê hejmara van hêzana kêm bibe û biqasî pêdivî dêalîkarî bighêjine saziyên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê jibo pergalkirina Iraqê bi ezmûnên navneteweyî li warê hîndekarî û piştgiriyê.

Başa dön tuşu