NûçeRojhilatanavinYemen

Eşkerabûna terha şerê berfireh li nav Yemenê bi piştgiriya Erebistanê

Li gor rapora îro sêşemê ya televîzyona Al-Alamê, Muhemed Ebdul-Selam berdevkê bizava gelanî ya Ensarullaha Yemenê hişyarî da ku li dem û gavên gotûbêjên aliyên yemenî li Kuweytê, kirêgirtiyên Mensûr Hadî serokkomarê revyayî yê vî welatî bi piştigiriya destdirêjkeran bi serokatiya Erebistanê dil hene êrişeke berfireh bikene ser axa Yemenê.

Muhemed Ebdul-Selam berdevkê bizava gelanî ya Ensarullaha Yemenê destnîşan kir; Mensûr Hadî xwe amade dike bi çek û sîlahên giran êrişî ser parêzgehên Marib, Teez û El-Cûfê bike.

Muhemed Ebdul-Selam berdevkê bizava gelanî ya Ensarullaha Yemenê herwisa taxima ku ji aliyê Mensûr Hadî bona gotûbêjan çûye Kuweytê bi derew gotinê ji bo şikestdayîna van gotûbêjan tawanbar kir û detnîşan kir; Hedefa wan xwe amadekirina bona êrişa ser navça nehan li bakûra rojhilata Senayê û parêzgehên dine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu