ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Eşkerekirina plana nû ya Alê Siûd ya bikaranîna terorîstan

Rêxistina îstixbarata siûdî erkeke nû jibo komên terorîst ên çekdar li başûrê Sûriyê kivş kiriye.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Tesnîm Newsê, hevgavê pêşdeçûna hêzên yemenî nav sînorên Erebistanê bitaybet li parêzgehên Cîzan, Necran û Esîrê, rayedarên siûdî biryar dane ku  komên terorîst li başûrê Sûriyê ku kêmtir mijûl in jibo erkeke nû bikar bînin.

Li gorî lêzanînên ku rojnama  El-Exbar a Lubnanê weşandine, Rêxistina Îstixbarata siûdî jibo wergirtina sê heya 4 hezar terorîstan ji başûrê Sûriyê bi armanca  guhestina wan bo sînorên Erebistan û Yemenê jibo şerê tev artêşê û hêzên gelanî yên  Yemenê ketine tevgerê.

Li gorî vê raporê, Rêxistina  Îstixbarata Urdinê û Rêxistina Istixbarata rêjîma  siûdî dest bi lidarxistina  kursên perwerdeya eskerî bo komên terorîst li bakurê Urdinê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu