ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Eskerên Erebistanê welatîyekî erebistanî kuştin û 16 jî birîndar kirin

Çalakên erebistanî duh ragihandin ku di encama êrişa hêzên ewlehîyê yên rêjîma siûdî ser bajarê Ewamîyê cihê jidêbûna Şêx Nimir Baqir Nimir melayê navdar ê erebistanî li devera Qetîfê li parêzgeha Şerqîyê li rojhilata Erebistanê da, welatîyek kuştin û 16 jî birîndar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a SAHAR TV`yê, hêzên ewlehîya Erebistanê di encama vê êrişê da çend mal jî li gundê şîenişîn ê Mesûrê xirab kirin.

Dadgeha cezayê ya rêjîma Erebistanê di 15`ê Cotmeha sala 2015`ê da bi tawana pûç a pêngava dijî ewlehîya netewî û muharibê cezaya îdamkirina bi şûrê û sêdaredana ber çavê xelkê ji Şêx Nimir re birî û ev hikma cî anî. Ev îdamkirina bû sedema rexneyên berfire yên komên mafên mirovan ên navnetewî ji dezgeha dadwerîyê ya rêjîma Erebistanê.

Dewleta Erebistanê bi heceta nûjenkirina gundê şîenişîn ê Meswerê û bi armanca jinavbirina şûn û deverên şîeyan li rojhilata vî welatî dil heye vê deverê tam xirab bike.

Ev gunda bi mehan e ku bûye semboleke dewama têkoşîna şîeyan li hemberî rêjîma cînayetkar a siûdî li rojhilata Erebistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu