NûçeFilistînRojhilatanavin

Îstîxbarata Amerîkayê: Îsraîl ji armanca xwe ya tunekirina Hemasê dûr e

Li gor daneyên îstixbarata Amerîkayê hat diyarkirin ku Îsraîlê di êrîşên xwe yên ku ji 7ê cotmehê vir va li ser Şerîda Gazzeyê didomîne de ji sedî 20 heta 30yê Hemasê kuştine û ev yek ji bo armanca “îmhakirina Hemasê” gelekî kêm e.

Di nûçeya rojnameya Wall Street Journalê de agahiyên ku ji çavkaniyên îstîxbarata Amerîkayê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û hêza Hamasê de hatin bidestxistin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Hamasê “ji bo ku bi mehan êrîşî Îsraîl û hêzên Îsraîlî bike cebilxane têra xwe heye” û hewl dide li hin deverên Xezzeyê ji nû ve hêza polîsan ava bike.

Hat balkişandin ku ji sedî 20 heta 30ê şervanên Hamasê li Xezeyê ku 25 hezar Filistînî ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ku zêdeyî 3 meh in dewam dikin hatin kuştin û ev rêje “dûrî armanca Îsraîlê ya tunekirina Hemasê ye.” “

Hat ragihandin ku rayedarên Îsraîlî li xwe mikur hatin ku tevî êrîşa hewayî û bejayî ya êrîşkar ku bû sedema mirina bi hezaran sivîlan li Xezeyê, nekarîn bigihêjin armanca tunekirina Hemasê.

Hate tekezkirin ku Hamasê taktîka xwe ya li hember êrîşên Îsraîlê guhert, çekdarên wê bi komên biçûk operasyon li dar xistin û bi kemîna êrîşên Îsraîlê veşartibûn û çekdarên bi tenê jî bi wergirtina fermandeyên xwe yên mirî zêdetir erk girtin.

Di nûçeyê de hat gotin ku “şer dikare bi mehan bidome” û her wiha agahî hat dayîn ku hêza Hamasê ya li ser piyan bû sedema nîqaşên li Îsraîlê yên li ser “gihandina armancên şer”.

Başa dön tuşu