FilistînNûçeRojhilatanavin

Eskerên Rejîma Siyonîstî 3 ciwanên filistîn şehîd û 5 jî birîndar kirin

Polîsê Rejîma Îsraîlê li nêzîkiya Bab el-Esbat ya mizgevta El-Eqsayê 3 filistîniyên şehîd kirin. Polîsê vê rejîmê îdia dike ku van filistîniyan 3 polîs birîndar kirine.

Li gorî îdîaya Îsraîlê, 3 filistîniyan îro berê sibehê êrişî polîsên Îsraîlê kirin û di bûyerê de 3 polîs birîndar bûn. Polîsê rejîma siyonîstî  ji gullên şêr û gazên hêstirêj li dij filistîniyan bikar anîn û rasterast ew dan ber gulleyan ku di encamê de 3 dilistînî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.Polîsên siyonîst herwiha gişt deriyên Mescîd el-Eqsayê girtin û nehêştin li wir nimêja înê were kirin.

Li gor ragihandina Al-Alamê wezareta tendirustiyê ya Filistînê şehîdbûna Bira Hemadeyê 18 salî piştrast kir.

Ji aliyê din ve medya rejîma siyonîstî ragihandin ku di êrişa filistîniyan de 3 polîsên îsraîlî birîndar bûn, lê belê ji ber kûratiya birînan 2 polîs mirin.

Bajarê Qudsê û Mizgevta El-Eqsayê ji dema despêbûna Întifazeya Qudsê ji despêka Cotmeha 2015 heya vê demê herdem bûye meydana şer û pevçûnê di navbera filistîniyan ji aliyekê û siyonîstên bajaroknişîn û eskerên siyonîst ji aliyê din ve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu