FilistînNûçeRojhilatanavinYemen

Evdilmelik Bedredîn Husî: Yemen hertim li kêleka gelê Filistîn û Qudsê bimînê

Sikritirê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê, Evdilmelik Bedredîn Husî êvara Îniyê li axaftinekê bi boneya rêzgirtina li Roja şehîdan, bal kişande ser destdirêjî û cinayetên destdirêjkerên siûdî û imaratî li Yemenê û got: “Artêş û komîteyên gelanî li Yemenê, dê destdirêjkeran têk bibin”.

Sikritirê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê bi bîr xist ku pirsgirêka sereke ya dijminan digel gelê Yemenê ev e ku ewna dixwazin yemenî wek darê destan bo cihanîna bernameyên wan bin; Lêgelê Yemenê bejna xwe li hemberî zilmê natewînin û daxwaza welatekî azad û serfiraz dikin.

Evdilmelik Husî bal kişande ser kiryara vê dawiyê ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derheq nasandina Qudsê wek paytxta Rêjîma Siyonîst û got: “Waşîngton hevrê digel Erebistan û Imaratê dil heye ramana Filsitînê ji nav bibe û tevahiya navçeyê bêxe bin serdestiya Rêjîma Siyonîst”.

Husî destnîşan kir ku yemenê dê hertim li kêleka gelê Filsitînê û Qudsê bimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu