IraqNûçeRojhilatanavin

Rêya Hewlêr-Kerkûkê vebû

Rêya Kerkûk û Hewlêrê, ku piştî şerê par yê devera Pirdê hatibû girtin, dîsa hat vekirin.

Îro danê sibê rêka navbera Hewlêr û Kerkûkê, ku piştî şerê Cotmeha par yê Pirdê hatibû girtin, bi merasimeka fermî û bi amadebûna şandên Kurdistan û Iraqê dîsa vebû.

Berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet di merasima vekirina rêkê de li Pirdê, ragihand, ev pira ku hatiye danîn pireke hesin û demkî ye ji ber wê jî kamyon û otomobîlên giran û mezin nikarin bi ser re derbas bibin. Ev rewş dê heta 25 vê mehê wisa be piştî wê kamyon jî dikarin bi ser re derbas bibin. Divê her kes hişyar be çimkî şiyana pirê derdora 68 ton e.

Ebdulxaliq Telet li ser hebûna hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê jî got, li gorî rêkeftinê tenê hêzên asayişa Hewlêrê û polîsên Iraqî li her du aliyên pirê dimînin, ji bilî van her du hêzan ti hêzeke din li ser pirê namîne.

Ew pira ku niha hatiye danîn, ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatiye çêkirin. Pira esasî ya Pirdê pêwîstî bi 750 milyon dînar e û heyama çêkirina wê jî derdora 8 meh hatiye texmînkirin.

Başa dön tuşu