IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Êzdîyan Almanya bi sersariya li mehkemekirina endamên DAIŞ`ê tawanbar kirin

Endamên kêmîna Êzdî li Almanyayê li dijî dewleta vî welatî doz vekirine û dibêjin ku Berlînê pêngavên pdivî bona mehkemekirina alîgirên almanî yên DAIŞê ku li Sûriyê hatine girtinê,ranake.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya  medya Almanyayê, Konseya jinên êzdî li Almanyayê li dijî wezaretxana dadweriyê  û Wezareta karên hundir a Almanyayê doz vekirin û  van saziyên  dewletî bi sersariya li cihanîna edaletê tawanbar kirine. Vê koma berevanê êzdiyan  li Almanyayê dewletî vî welatî tawanbar dike ku  bona mehkemekirina alîgirên almanî yên DAIŞê ku li îsareta hêzên kurd li bakurê Sûriyê de ne, erka xwe cih nenaiye.

Li gorî lêzanînên hatî weşandinê li  kanalên nûçan ên  NDR û ODRê ên Almanyayê herkêm 74 almaniyên alîgirê DAIŞ`ê niha  di îsareta hêzên kurd li Sûriyê ne. Nivîsgeha dozgeriya federala  Almanyayê hikmê girtina 21 kes ji van kesana  heye ku piştgiriya  ji rêxistinên terorîstî û sûçên  cengî ji van tawanên wan in.

Konseya  jinên êzdî li Almanyayê gotiye ku  dewleta Almanyayê bi redkirina hewldanên rayedarên  kurd ên  Sûriyê bona vegerandina van gumanbaran bo mehkemekirinê li Almanyayê sûça girêdanariya  cihanîna edaletê hene.

Ev doza bi taybet li dijî Katrîna Barlî wezîrê dadweriyê û Horist Zî Hofer wezîrê karên hundir ê Almanyayê hatiye vekirin.

Başa dön tuşu