NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Yemenî çeperên leşkerên Seûdî li Cîzanê dan ber mûşekan

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê vê sibê wekî bersiva li hemberî cînayetên Erebistanê li wî welatî, çeperên leşkerên rêjîma Seûdî li Cîzanê li başûra Erebistanê dan ber mûşekan.

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê vê sibê wekî bersiva li hemberî cînayetên Erebistanê li wî welatî, bi 3 mûşekên Balêstîk ên Zêlzal-1`ê êrişî çeperên leşkerên rêjîma Seûdî li Cîzanê li başûra Erebistanê kirin.

Derbarê kuştî, birîndar û xisarên ku li hêzên Seûdî ketine hê tu raporek nehatîye weşandinê.

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê pêncşemê jî 5 mûşekên Zêlzal-1`ê ber bi çeperên hêzên Seûdî li parêzgeha Esîrê li başûra vî welatî va avêtin.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê yekşema buhurî ragihand ku Yemen di çarçova piştgirîya ji aştîyê û jinavbirina her cure heceta Hevalbendîya Seûdî ji bo domandina zorbêjîyên xwe, amade ye ku êrişên bi mûşekan û balafirên bêfirokevan rawestîne.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê, Mihemedelî Hûsî di daxûyanîyekê da got ku Yemen li gorî daxwaza Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Giştî yê NY li karên Yemenê Martin Griffiths êrişên bi mûşekan û balafirên bêfirokevan radiwestîne ta ku derfet ji bo pêkanîna aştîyê li Yemenê pêk were.

Hûsî pêgirî kir ku êrişên bi mûşekan û balafirên bêfirokevan ji bo xweparastina li hemberî êriş û zorbêjîyên Hevalbendîya Seûdî ser binesazîyên Yemenê ne û got ku heke Hevalbendîya Seûdî aştîyê dixwaze, Yemen amade êrişên xwe li hemî bereyan rawestîne. Lê Erebistan guh nade daxwaza civaka navnetewî û êrişên xwe ser Yemenê didomîne.

Başa dön tuşu