CîhanNûçe

FARCê fermandarên ku peymana aştiyê qebûl nekiribûn îxraç kirin

Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) di daxuyaniya xwe de ragihand ku 5 fermandarên ku di lijneya rêvebiriyê de cih digirtin Gentil Duarte, Euclides Mora, John Cuarenta, Giovanny Chuspas û Julian Chollo ji bo ku tevlîbûna pêvajoya aştiyê red kirin hatin îxraçkirin û têkiliya wan bi rêxistinê re hate birîn.

FARCê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku divê endamên me nekevin rêyeke ku pêşeroja wê tunebe. Divê rêya aştiyê, nebe qurbana kesên ku bêberpirsyar û hesreta aştî ya gel piştguh dikin û bi hêrsa şexsî tevdigerin bibe. Ev grûbeke ku dixwaze întîxar bike ye. Li gorî pêşbîniyan fermandarên ku ji rêxistinê hatin îxraçkirin bi grûbek milîtan re ji baregehê veqetiyan û niha windayî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu