ÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Îran qet teslîmî zêdexwaziyên Amerîka nabe

Serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyasetên derve yê meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Hema ji destpêka serketina înqilaba îslamî ya Îranê , Amerîka zextûzor, gef û bêsoziyên xwe dijî Îranê domandin û gelê Îranê qet teslîmî van zorbêjî û zêdexwaziyên Amerîka nebû.

Li gor rapora IRIB Newsê,Hişmetullah Felahetpîşe Serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyasetên derve yê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya duh şemiyê tev Torsten Fry endamê komîsiyona peywendiyên derve yê parlemana Alman li Têhranê destnîşan kir: Derketina yekalî ya Amerîka ji rêketina navokî mînakek din ji pêbendnebûna vî welatî bi peymannamên navnetewî ye.

Wî bal kişande ser pêsparteya Ewrûpa bona cihanîna soz û qirarên xwe li hemberî Îranê ji wan parastin û dewama rêketina navokî got: Komara îslamî ya Îranê heta wê çaxê di nav rêketina navokî da dimîne ku welatên ewrûpî soz û qirarên xwe li hemberî Îranê cih bînin.

Serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyasetên derve yê meclisa şêwra îslamî ya Îranê al kişande ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Têhran û Berlînê û got: Îran û Alman wekî du welatên girîng û bi tesîr li rojhilata navîn û Ewrûpa hertim peywendiyên baş li babetên siyasî, abûrî, civakî û parlemanî hebûne û pêwîste ku ev peywendiyên hanê berfirehtir jî bibin.

Torsten Fry endamê komîsiyona peywendiyên derve yê parlemana Alman jî li vê hevdîtinê bal kişande ser derketina yekalî ya Amerîka ji nav rêketina navokî û got: Alman van cure siyasetên Amerîka ser qazanca aşitî û ewlehiya cîhanê nizane.

Wî got: Alman daxwaza berdewamiya rêketina navokî dike û hevrê digel welatên dine ewrûpî mijûlî amadekirina mikanîzmekî nû bona parastina rêketina navokî ye.

Vî endamê komîsiyona peywendiyên derve yê parlemana Alman herwisa ser qahîmbûn û berfirehbûna peywendiyên navbera Têhanê û Berlînê destnîşan kir.

Başa dön tuşu