ÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Pompeo serê ewil xebitî di nav Amerîkayê de şerê rewanî û pskolojîk li dijî Îranê pêk bîne

Serokê Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê got:Amerîkî dixebitin bi lidarxistina rûniştina li dijî Îranê ya Polonyayê, deshilata xwe ser ewropiyan nîşan bide ku eva pêngaveke bona şikestdayîna ewropiyan.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja înê di çarçova hewldanên qirêj ên welatê xwe bona dasepandina siyaseta Tirsandina ji Îranê dediyar kir ku wê di rojên 13 û 14 Sibatê de li Werşoya Polonyayê li dar bêxe.

Serokê Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê Hişmetullah Felahetpîşe duh li hevpeyvîna bi IRNA re derheq vê kiryara Amerîkayê bertek nîşan da û got: Pompeo berî ku dîplomat bibe, efserekî Îstixbaratê ye û karê wî şerê rewan û pskolojîk e.

Felahetpîşe got: Pompeo serê ewil xebitî di nav Amerîkayê de şerê rewanî û pskolojîk li dijî Îranê pêk bîne, lê belê ji ber dijberiyên li hemberî siyasetên serokê Amerîkayê Donald Trump û tecrîda Amerîkayê, ev siyaset li pratîkê negihêşte encamê.

Serokê Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê herwiha bal kişand ser şikestên Amerîkayê li qadên navneteweyî û got: Serkevtina Îranê li warên pratîk ji aliyekê veû dîplomasiya fermî û zelal a Îranê ji aliyê din ve bûye sedema paşvekişiyana Amerîkiyan û çûyîna wan ber bi şerê nerm û derewkkirinên îstixbaratî û propagandeyî.

Başa dön tuşu