NûçeRojhilatanavinSûriye

Fermandarê arteşa Sûriyeyê îdîaya ku DAIŞê dîsa dest bi êrişê kiriye derewand

Fermandarê hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê îdîaya ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Palmîaya girêdayî Humsê dîsa dest bi êrişê kiriye derewand û ragihand ku baweriyê bi van nûçeyan neyinin.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Milîtanên DAIŞê herî dawî hefteya borî li herêma Hmeyma êrişî eniyên artêşa Sûriyeyê kiribûn û ev jî 160 kîlometroyî dûrî Palmîrayê yê.”

Li gor daxuyaniya fermandarê sûriyeyî, li herêma Humsê yek eniyeke artêşa Sûriyeyê jî rastî êrişa rexistina terorîst a DAIŞê an jî grûbeke din a çekdar nehatiye. Ev nûçeyên ku têne belavkirin derew in.

Başa dön tuşu