FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî got ku li çarçova çaresrkirina pisrgirêka navbera Îsraîl û Filistînê divê hizra şandina hêzên navneteweyî nav zivala Gazayê were hilkolandin

Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera Filistîn El-Yewmê, Binyamîn Netenyahû, serokwezîrê Rejîma  Siyonîstî beriya ku ji  Awistralyayê derkeve,  li hevdîtina tev Julie Bishop, wezîra karên derve ya vî welatî, “ hizra serdestî û kontrola navneteweyî“ ser zîvala Gazayê hilêxist , şibê tiştê ku  li bara başûrê Lubnanê cih hatiye.

Eva cara yekê ye ku  Netenyahû planeke bi vî rengî dixe rojevê.

Netenyahû ev plana  li çarçova“ çareserkirina  kêşeya Îsraîlî- filsitînî“ xist rojevê.

Serokwezîrê Rejîma siyonîstî li bersiva pirsekê ji aliyê vê rayedara awistralyayî li bara hitmala  pevçûna  navbera her du aliyan got :Divê artêşa  Îsraîlê  kêleka  rojava ya emê Urdinê tam bixe bin kontrola xwe û hakimiyeta Filistînê sînordar bibe. Her wiha divê li dû alternatîvên  ewlehiyê ji riya  şandina  hêzên navneteweyî bo Gazayê bibin.

Netenyahû destnîşan kir: Ezmûna  Îsarîlê li bara  berpirsiyariya ewlehiyê ya hêzên ewlehiyê baş nîne.  Amajeya Netenyahû bo damezrandina  hêzên biyanî li başûrê Lubnanê piştî paşdevekişyana  Îsraîlê ji wir  li sala 2000`an bû. Lê dîsa jî serokwezîrê Rejîma Siyonîstî diayr kir ku  dikarin  vê mînakê li  li Gazayê dubare bikin û hêzên biyanî di pratîkê de  zîvala Gazayê bixin bin kontrola xwe û li hember van cure  kiryarên terorîstî rawestin.

Lê kanala dudiyan a Rejîma Siyonîstî ragihand ku kivş nîne ku  ev meseleya çiqasî cidî ye  an ku  rêberiya Îsraîlê  wê qebûl bike an na. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu