ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê hêza hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, Komara Islamî ya Îranê di warê pedafenda hewayî da bêminet wesif kir

Fermandarê hêza hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, Komara Islamî ya Îranê di warê pedafenda hewayî da bêminet wesif kir.

Li gorî rapora Fars News`ê, serdar sertîp Emîrelî Hecîzade fermandarê hêza hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî şeva buhurî li kombûna bibîranîna şehîdên Sebzvarê li bakûra rojhilata Îranê got: Îran di warê alavên xweparastina li ber êrişên hewayî ku zef zehmetir û lihevalîyayîtir ji warên wek çêkirina mûşekan û balafirên bêpîlot e, bêminet e.

Serdar Hecîzade ragihand ku manovra mezin a pedafenda hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê yê di pêşerojeke nêzîk da bê lidarxistinê û pêkutî kir: Hemî sîstemên pedafendî, radar, fermandarî û navenda kontrolê û alavên mûşekî ku yê li vê meşqê bên bikaranînê bi destê pispor û bijareyên îranî hatine çêkirinê.

Fermandarê hêza hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî bal kişand ser bêewlehîtîyên li Rojhilata Navînê û dirafên ku hin welatên navçê, Rêjîma Sîyonîst û Amerîka jibo piştgirîya ji têrorîsmê xerc dikin û got: Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî rê nade Îran tûşî qeyranên wek tişta ku li Tirkîye, Sûrîye û Iraqê qewimîye bibe.

Serdar Hecîzade herwiha got: Gelê Îranê tevî hemî pirsgirêkan û dijminatîyên zilhêzên cehanî hertim ji Nizama Komara Islamî berevanîyê dikin û di çarçova gotin û şîretên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî da yê li hemberî her cure komplo, gef û baykotan li ber xwe bide.

Başa dön tuşu