ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Îranê: “Hinek masîgirên me ji terefê Siûdî ve hatine girtin”

Fermandarê Hêza Deryayî ya bajarê Bûşêhrê yê Îranê ji malpera nîvfermî ya Tasnîmê re ragihand ku parêzvanên sînorên deryayî yên Erebistana Siûdî 4 keştî û qeyîkên Îranê dane sekinandin û binçavkirin.

Wî rayedarê serbazî yê Îranê her wiha da zanîn ku di nav wan qeyîkan de “masîgir” jî hebûne ku hemû ji aliyê hêzên Erebistanê ve hatine girtin.

Fermandar hêza deryayî ya Bûşêhrê agahiyên zêde derheqê wan masîgiran de neda tenê got: “Divê Wezareta Derve bo berdana wan masîgiran dest bi kar bibe. Heta niha Erebistanê Siûdî tiştek li ser vê bûyerê negotiye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu