ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê îranî: Amerîka newêre yek guleyekê jî berde Îranê

Fermandarê Hêzên Deryayî yên Sipahî Amiral Elî Fedevî di bernameyeke televîzyonê de got: “Mahiyeta şerê ku li cihanê dibe ji şerê Îranê gelekî cuda ye. Şerê Îranê bi şeytanê mezin Amerîkayê re ye, yanî şerê heq û batil e.”

Amiral Elî Fedevî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Kahr û kîna Amerîka li hemberî kêm nebûye, bilakis her roj zêdetir dibe, lê cesareta Amerîkayê ku guleyekê jî berde Îranê tuneye.”

Elî Fedevî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Îro herkes ji bo fîloya sipahiyan dibêje hêza duyemîn a deryayê ne, lewma cesareta Amerîka ku êrişî Îranê bike, heta yek guleyekê jî berde tuneye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu