IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Iraqî: Li Mûsilê 10 hezar DAIŞî hatin kuştin

Fermandarê ‘Operasyona Em Hatin Nînowa’ Ebdulemîr Reşîd Yarella ragihand, di operasyona kontrolkirina Mûsilê de 10 hezar milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

Yarella di civîna rojnamevanî de da xuyakirin, wê di demek nêzîk de operasyona kontrolkirina Teleferê destpê bike û got, heya niha di operasyona kontrolkirina Mûsilê de 10 hezar DAIŞî hatine kuştin.

Yarella da zanîn, operasyonê 9 mehan berdewam kir û bi giştî 100 hezar leşkerên Iraqî beşdar bûn.

Fermandarê Iraqî bal kişand ser ku di demên pêş de dê qonaxa çaremîn a operasyonan berdewam bike û armanca vê carê jî kontrolkirina Tileferê ye û got, li sînorê parêzgeha Nînowa hê jî navçeyên Eyaziyeh, Mehelebiye û Tileferê mane bin destê DAIŞê de.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê li 17ê Cotmeha 2016an destpê kiribû û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 10ê Tîrmeha 2017an ragihandibû ku tevahiya bajarê Mûsilê hatiye kontrolkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu