IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê polîsê federal ê Iraqê qala kuştina berpirsê “Leşkera Pêxasan“ a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê kir

Li gorî rapora roja duşemiyê ya El Alemê, Raêd Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Polîsê federal bi hevahengiya firokeyên bêmirov û gurdana mûşekên rênimûnbûyî opêrasiyona xwe li nav rêzên dijmin domand û Ebu Ishaq El Tûnisî berprisên “Leşkera Pêxasan“ a DAIŞ`ê û 4 kes ji cîgirên wî li rojavaya vî bajarî kuştin.

Li gorî nûçeyeke din, Firat El Temîmî nûnerê parêzgeha Diyaleyê li parlimana Iraqê, ragihand: “Têrorîstan bi êrîşa li ser şivanên navçeya Hewz El Nêdayê du kes kuştin û sê kes jî birîndar kirin“.

Seid El Metlebî endamê komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Bexadyê jî qala tevabûna ji sedî 90`ê dîwarê ewlehiyê yê Bexdayê kir û got: “Dîwarê ewlehiyêy yê Bexdayê bi dirêjiyahiya 95 kîlomitrî û bi rûbera bi dehan kîlomitrî paytexta Iraqê ji çar hêlan va dorpêç kiriye û niha qonaxên wê yên dawiyê pêk tên“.

El Metlebî her wiha got: “Bi danîna dîwarên elektronîkî û rawestgehên lêgerînê, çalakiya dîwarê ewlehiyê yê Bexdayê wê dest pê bike“.

Dewleta Iraqê bi avakirina vî dîwarî dil heye paytextê ji êrîşên têrorîstan biparêze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu