CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Şeytana Mezin Amerîka: Em li hember Îranê bi temamî amade ne

Serokê fermandariya hêzên navendî yên artêşa Amerîkayê (CENTCOM) aşkera kir, Şeytana Mezin Amerîkayê hemû derfet û pêwîstiyên bo tekoşîn û egera metirsiya Îranê li navçeyê re xwe amade kiriye.

Li gor zanyariyên çapemeniya cîhanî Fermandarê Şeytana Mezin General Kenneth McKenzie duh 27.04.2019ê ji tora çapemeniya Skay News re ragehand: ‘’Herçend stratejiya tekoşînê ya Amerîkayê bêhtir li ser Çîn û Rûsyayê hatiye bihêz kirin û sereketir jî be, lê em li giringiya metirsî û gefên Îranê yên li navçeyê jî xafil nabin.’’

Herwaha got: ‘’Hewldanên terorîstî yên Îranê li navçeyê û cîhanê bûne gefekî demdirêj û ez wê baweriyê de me hemû  amûr û tiştên pêwîst me ji bo pêşî girtin û tekoşîna li hember Îranê li navçeyê xistiye berdest.’’

Başa dön tuşu